Lêkolînên li bajarê başûr-rojhilatê Tirkîyayê, li şikefteke biçûkda destpêkirî encamên usa dane, wekî tu kes hîvîya wê yekê nîbû.
Xebatên arxêolocî du sal pêşda li bajarê Tirkîyayêyî Mîdîyatê, li qeza Mêrdînê, destpê bûne.Ew xebat nava doranên bernama xweykirina soqaqên dîrokî û usa jî avayên dîrokî hatine destpêkirinê.
Mîdîyat bajarê kevinare. Ew sedsala 9-a da, ya pêşîya hatina Îsa, hebûye, yê ku paşê ji alîyê padişê aşûrîyada hatîye dagirkirinê. Sedsala ewlinda topraxên dor-bera ji alîyê Tîgranê Dudada hatîye dagirkirinê.Sedsala 16- a da ew bajar ji alîyê Sultanê Osmanîda hatîye dagirkirinê.