H’emû nûçeSereke
Dêmokrasî «brênda» Ermenîstanêye navnetewîye hejmara ewline: Paşînyan
Roja îroyîn dêmokrasî “brênda» Ermenîstanêye navnetewîye hejmara ewline û desthilatdarî wê «brêndê» wê xweyke. Derheqa wê yekêda, wextê dayîna bersiva pirsaye li parlamêntê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
«Ew yek nade kifşê, wekî xetên usa tunene, wextê kîjana dêmokrasî bi mêxanîzmên xweye qanûnî dişuxule. Ez dixwezim ku em çawa zeyîfîya desthilatdarîyê, yan jî dewletê, tu cara dêmokrasîyê şirove nekin»,- ewî gotîye.
Bi xeberdana derheqa şerkarîya opozîsîyayêye li soqaqa, serokwezîr gotîye, wekî wededa opozîsîyayê bona şerkarîya wan qerfê xwe li wan dikir. «Hevalkarên meye birêz bona şerkarîya me qerfê xwe li me dikirin, lê paşê wana jî qirar kir wî cûreyî şerkarîyê bikin»,- Nîkol Paşînyan gotîye