H’emû nûçeSereke
Vladîmîr Vardanyan derheqa xwepêşandanên opozîsîyayêda xeberdaye

Bona min nebaş bû dema ku opozîsîyayê alên Qerebagê li sera civîna hiştin û çûn. Tiştekî sîmvolîk bû, çimkî ew hatin al danîn û ji deşta şêr çûn. Derheqa wê yekêda parlamêntvnê ji partîya “Peymana sîvîl” Vladîmîr Vardanyan gotîye û derheqa xwepêşandanên opozîsîyayêda daye dîyarkirinê.
Vardanyan gotîye wekî hilbijartin hezîrana sala derbazbûyî ser hevda hatine. Ji wî çaxîda gelek wede derbaz bûye, lê tu tişt nehatîye guhartinê. Ewî derheqa wan nevsên fermîda jî xeberda, yên ku li merkeza Yêrêvanê berev bibûn. Parlamêntvan bi taybetî daye dîyarkirinê, wekî bona çi wextê şerê Qerebagêyî 44 roje yekîtîya wî cûreyî tunebû.