H’emû nûçeSereke

Em helkirina pirsgirêka Qerebagê bi çareserkirina bêqezîyabûnê dibînin:Armên Grîgoryan

Îmzekirina peymana aşîtîyê, ya tevî Adirbêcanê, dide kifşê, wekî usa jî gerekê helkirina pirsgirêka Qerebagê bê dîtinê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye, dema ku ewî derheqa pirsa statûsa Arsaxêda xeberdaye.

Çawa bersva pirsa rojnamevana ku hinek sîyasetmedar dibêjin ku heger Adirbêcan tevî Ermenîstanê peymana aşîtîyê îmze dike, ew yek dide kifşê, wekî aşîtîparêzên Rûsîyayê wê ji Arsaxê bêne derxistinê, lê beşa Arsaxêye mayîn jî wê nava Adirbêcanêda bê naskirinê, Grîgoryan gotîye, wekî dijware bêjin ku sîyasetmedar çi dixwezin bidine dîyarkirinê, dema ku ew wî cûreyî dibêjin.

“Helkirina pirsgirêkê em bi çareserkirina bêqezîyabûna welatîyên xweye li Qerebagê dibînin. Li gorî wê yekê jî gerekê statûs bê qirarkirinê. Em niha nizanin ku garantîyayên çi cûreyî wê hebin, lê ji alîkî mayîva jî emê wana wextê hevraxeberdana gotûbêj bikin û heger em bêne ser qirarekê û bibînin ku bêqezîyabûna welatîyên me wê bê çareserkirinê, emê qayîlîyê bidine wê yekê”,- Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button