H’emû nûçeSereke

Karkirên madenê wê ji erkên dewletê bêpar bimînin, lê karên dewletê wê zêde bibin

Ji 1-ê çileya 2023-a da li Ermenîstanê sepana konsantretên sifir-molîbdênûm û her wiha bacên dewletê yên li ser hinardekirina molîbdênê wê bên rawestandin. Wezîrê fînansa yê Ermenîstanê Tîgran Xaçatryan di rûniştina hikûmetê de derbarê vê yekê de, projeyên guhertinên di Qanûna bacê de, di Qanûna Erka Dewletê de pêşkêş kir. Wezîrê fînansa destnîşan kir ku rêjeya erkê dewletê bi guhertina bihayê hesinava girêdayî nîne, ev tê wê maneyê ku di egera kêmkirina muhtemel de, dema ku kara şîrketa kêm bibe, dibe ku rîska danûstendinê derkeve holê û di dema zêdebûna bihada berovajî, wê qazanca şirketê zêde bibe. Pakêta qanûnî ya ku ji aliyê wezîreta fînasîva hatibû pêşniyarkirin, ji aliyê hikûmetêda bi yekdengî hate qebûlkirin û di demeke nêzîkda ji bo erêkirinê wê parlamêntêra bê şandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button