H’emû nûçeSereke

Pûtîn Nîkol Paşînyan pîroz kirîye

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, girêdayî 77-salîya serkeftina nava şerê Wetenîyêyî Mezinra, pîrozbahî ser navên serokatî û cimetên Ermenîstanê, Bêlarûsê, Qazaxstanê, Qirqizstanê, Moldovayê, Tacîkstanê, Tirkmênistanê, Ûzbêkîstanê, Adirbêcanê şandine.

«Evê rojê em qedirê  wan leşkera digrin, yên ku bi qehremanîya xwe bi bahê dijwarîya nasîzm hincirandin. Roja îroyîn borcê meyî tomerîye ku em îzinê nedin ku nasîzm careke mayîn bixuliqe, kîjanê awqas zêrandin bona merivên wan welata pêşda anîn.Gerekê rastîya derheqa dostîya biratîyê û qîmetîyên ruhanî, usa jî  ew bûyarên  nava wan salada derbazî nisiletakin û xweykin»,- nava pîrozbahîyêda hatîye gotinê.

Vladmîr Pûtîn bi razîbûn berbirî hemû tevbûyên şerê Wetenîyêyî Mezin bûye û bo wan tendurustîya baş û jîyana salên dirêj xwestîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button