H’emû nûçeSereke

Dêpartamênta ŞAY xwepêşandanên şikyatkirinêye li Ermenîstanê şirove kirîye

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bangî desthilatdarîya Ermenîstanê dike ku xwezeftkirinê bidine kifşê, lê protêstokir jî ji zordarîya dûr bimînin û qedirê qanûnên dêmokrasîyê bigrin. Di derbarê wê yekêda berdevkê dêpartamênta Ştatên Yekbûîye dewletê Nêd Prays elam kirîye, dema ku ewî protêstokirinên opozîsîya li Ermenîstanê şirove kirîye, ya ku dewê dike ku Nîkol Paşînyan ji qulixê dûrkeve.

«Çi ku derheqa protêstokirinên li Ermenîstanêdane,  me hevtîya derbazbûyî dîyaloga stratêcî tevî alîyê ermenî derbaz kir. Nava vê forûmêda me îzbat kir, ku em hindava pêşkeftina dêmokrasîya li Ermenîstanê aminin û me derheqa piştgirîya Ştatên Yekbûyîye bona aramîya qewîne li Qafqasîya Başûr da dîyarkirinê. Bi fikira me meşên edil beşeke sîstêma sîyasîye vekirîne.Em piştgirîyê didine  azaya xeberê û berevbûnên edil.Em piştgirîyê didine wê yekê, ku meriv bi rêya edil fikira xwe elamkin»,- Prays gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button