Merkeza prêssayê, ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk bi elametîyêva pêşda hatîye, kîjanêda daye dîyarkirinê,wekî nava doranên opêrasîyona dijî DAÎŞ-ê, hêzên antîtêrorê wekîlekî DAÎŞ-ê girtine, yê ku bona DAÎŞ-ê sîlih dianîn. Ew meriv li nehîya Dêyr Zorê girtine.
Nava çend rojên dawîda hêzên antîtêrorê li bajarê Reqayê fermandarekî DAÎŞ-ê û du alîkarên wî jî girtine.