SerekeSîyasî

Îran ji wê yekê razî nîne wekî Tirkîya li ser sînorên tevî wê bendava çê dike

Wezîrê Îranêyî karên der Husêyn Emîr Ebdulexîyan nerazîbûna xwe girêdayî wê yekêra elam kirîye, wekî Tirkîyayê li ser sînor bendava çê dike û derheqa wê yekêda ewî tevî alîyê tirka sê cara xeberdaye.

Wezîrê Îranê serda zêde kirîye, wekî nava du mehên dawîda ewî ew pirs li ber hevkarê xweyî tirk daye bilindkirinê. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî Tirkîya li ser çemê Erez bendava çê dike.

Îran û Tirkîya piranîya ava ku diçe Îranê kontrol dikin.Nava van salada hukumatên herdu welata çend bendav çê kirine, lê çêkirina bendava ji alîyê Tirkîyayêda, yên li ser çemê Erez wê çûyîna ava bona Îranê bide kêmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button