H’emû nûçeSereke
Melûmetîyên derheqa wefatbûna merivada, yên ku rûyê koronavîrûsêda li Ermenîstanê wefat bûne, ji alîyê organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinêda zêdekirîne: wezîreta saxlemîxweykirinê
Bi qirara wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsynê raporta organîzeya hemcîhanêye saxlemîxwekirinê, ya derheqa merivên ku ji koronavîrûsê li Ermenîstanê wefat bûne, hatîye lêkolînkirinê.
Hatîye zelalkirinê, wekî nava raportêda hatîye dîyarkirinê,wekî nava du salada nava 1OO OOO binelîyada 65O meriv wefat bûne, lê ew hejmar zêdekirîne, çimkî ew yek ne tenê koronavîrûsêva girêdaîye, lê usa jî şerê Arsaxêva.
Bi hesabhildana vê yekê, wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê wê berbirî organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê bibe ku şirovekirinên başqe raberkin û şirovekirina belavkirî lê binihêrin.