H’emû nûçeSereke

Li Bekûyê îzbat kirine ku ew borcdarîyên bona azaberdana dîlên ermenî înkar dikin

Li wezîreta Adirbêcanêye karên der hesab dikin, wekî gunehkarkirinên ji alîyê Nîkol Paşînyanda, yên ku ewî wextê seredana li Nîdêrlanda rabe kirine, yên bê hîmin û ew normalbûna heleqetîya dikine bin şikberîyê.Elametîyên serokwezîrê Ermenîstanê wekîla wezîreta Adirbêcanêye karên der Lêyla Abdûlayêvayê wî cûreyî şirove kirîye.

“Gunehkarkirinên wî cûreyî didine kifşê, wekî serokatîya  Ermenîstanê nava pirsa normalkirina heleqetîyada zelal nîne.Dayîna xerîtên deştên mînkirî gava hûmanîtarî nîne. Ew yek borcdarîya Yêrêvanêye, ya ku nava elametîya 1O-ê mijdara sala 2O2O- da hatîye raberkirinê.Piştî îmzekirina dokûmêntê, 219 meriv hatine kuştinê. Çi ku derheqa paşdavenegerandina ermenîyên dîlketîdane, Bekû wana çawa dîvêrsant hesab dike, kîjan piştî şêr şandine nava topraxa Adirbêcanê.Gunehkarkirinên bêhîm hazirîya Ermenîstanêye bona xebata boy aşîtîyê dike bin şikberîyê”,-Abdûlayêvayê gotîye.

Bi vî cûreyî, wezîreta Adirbêcanêye karên der ew gunehkarî avîtîye ser alîyê ermenî û îzbat kirîye, wekî Bekû paşdavegerandina dîlên ermenî  înkar dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button