H’emû nûçeSereke
Kirîn- frotana Ermenîstanêye tevî Rûsîyayê wê bi texmîn bê kurtkirinê:cîgirê serokê banka Merkezî

Rûyê şerê di navbera Rûsîyayê û Ûkrînayêda kirîn-frotana Ermenîstanêye tevî Rûsîyayê wê bi texmîn bê kurtkirinê. Kirîn-frotana tevî Ûkraînayê nêzîkî sifire, lê dewsa wê gerekê bê tijîkirinê.
Derheqa wê yekêda serokê banka Merkezî Hovhannês Xaçatryan gotîye.
«Kirîn-frotana meye tevî Rûsîyayê 2,5 mîlîyard dolare, nava kîjanêda 8OO mîlîyon dolar yên deranînêne, lê 1,7 mîlîyard dolar jî yên anîna eşîyaye li Ermenîstanêye.Tê texmînkirinê, wekî kirîn-frotanê bê kurtkirinê»,-Xaçatryan gotîye.