H’emû nûçeSereke

Paşînyan bang kirîye ku nêzîkbûnên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv li ser dikên navnetewî bighînine hev

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna organîzeyê ya Bêqezîyabûna Korêktîv bang kirîye ku nêzîkbûnên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv li ser dikên navnetewî  bighînine hev.

«Gelek cara dengdayînên me bi hevra sînxron nînin, nenihêrî wê yekê wekî ew pirsgirêk ya nû nîne. Gelek wedeye wekî ev pirsgirêk «rêberîya» organîzeyê dike»,- Paşînyan gotîye.

Pêşîya axaftina serokwezîrê Ermenîstanê pirsa wî cûreyî serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko bilind kiribû.

Bi gotina Paşînyan gerekê paşda vegerine ser wê pirsê.Ewî gotîye, wekî Ermenîstan organîzeyê çawa faktora girîng ya nava bêqezîyabûn û qewînbûna Avrasîyayêda hesab dike û Yêrêvan piştgira wê yekêye ku organîze bê qewînkirinê.

Ewî gotîye, wekî nava zona cabdarîya organîzeyêda hal serte.

Em bîr bînin, wekî Ermenîstan, Rûsîya, Bêlarûs, Qazaxstan, Qirqizstan û Tacîkstan endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button