H’emû nûçeSereke

Serokê Lîtvayê wê bê Ermenîstanê

Serokê Komara Lîtvayê Gîtanas Naûsêda ji 18-a hetanî 2O-ê gulanê wê bi seredan li Ermenstanê û Adirbêcanê biqeside.

18-ê gulanê serokê Lîtvayê wê rastî serokê Adirbêcanê  Îlham Elîyêv bê. Pirsên derheqa hevkarîya nava govekên ênêrgêtîkayê û êkonomîkayêda, halê li  herêma Qafqasîyayê, usa jî hevkarîya Adirbêcanê û Yekîtîya Avropayêda wê bêne gotûbêjkirinê.

19-2O-ê gulanê serokê Lîtvayê wê li Yêrêvanê rastî serokê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, serokwezîr Nîkol Paşînyan û serokê parlamêntê Alên Sîmonyan bê.

Wextê hevdîtina halê bêqezîyabûna li Herêma Qaqasîyayê, werguhastinên dêmokratîk, hevkarîya Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê, usa jî pêwandîyên Lîtvayê û Ermenîstanê wê bêne gotûbêjkirinê.

Serokê Lîtvayê wê usa jî rastî patryarxê temamîya ermenîya Garêgînê Duem bê û wê li cîhê bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenîya biqeside.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button