Serokê Lîtvayê wê bê Ermenîstanê
Serokê Komara Lîtvayê Gîtanas Naûsêda ji 18-a hetanî 2O-ê gulanê wê bi seredan li Ermenstanê û Adirbêcanê biqeside.
18-ê gulanê serokê Lîtvayê wê rastî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bê. Pirsên derheqa hevkarîya nava govekên ênêrgêtîkayê û êkonomîkayêda, halê li herêma Qafqasîyayê, usa jî hevkarîya Adirbêcanê û Yekîtîya Avropayêda wê bêne gotûbêjkirinê.
19-2O-ê gulanê serokê Lîtvayê wê li Yêrêvanê rastî serokê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, serokwezîr Nîkol Paşînyan û serokê parlamêntê Alên Sîmonyan bê.
Wextê hevdîtina halê bêqezîyabûna li Herêma Qaqasîyayê, werguhastinên dêmokratîk, hevkarîya Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê, usa jî pêwandîyên Lîtvayê û Ermenîstanê wê bêne gotûbêjkirinê.
Serokê Lîtvayê wê usa jî rastî patryarxê temamîya ermenîya Garêgînê Duem bê û wê li cîhê bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenîya biqeside.