H’emû nûçeSereke
Îran hazire ji Tirkmênistanê gazê cîguhatî Ermenîstanê bike: Cewad Ocî
Wezîrê Îranêyî neftê Cewad Ocî elam kirîye, wekî welatê wî hazire gaza Tirkmênistanê cîguhastî Ermenîstanê bike.
“Hevraxeberdanên dora cîguhastina gaza Tirkmênistanê ya berbi Ermenîstanê, destpê bûne û zûtirekê emê bighîjine encamên baş. Derheqa wê yekêda pevketin hatine destanînê”,-Ocî gotîye.Wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya, Ginêl Sanosyan, Cewad Ocî hazirî elam kirîye wekî Îran hazire deranîna gazêye bona Ermenîstanê bide zêdekirinê.