H’emû nûçeSereke

Spîkêra parlamênta Adirbêcanê welatên Organîzeya Hevkarîya Êkonomîkî teglîf kirîye ku ew jî “Sivdera Zangêzûrê” bidine xebatê

Spîkêra parlamênta Adirbêcanê Sahîba Gafarovayê Welatên Organîzeya Hevkarîya Êkonomîkî teglîf kirîye ku ew jî “Sivdera Zangêzûrê” bidine xebatê. Gafarovayê derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntîyê ya welatên organîzeyê daye dîyarkirinê.

Bi gotina wê, “Sivdera Zangêzûrê” ya ku wê li gorî pevketinên destanî bê vekirinê, wê bibe beşa girîng, ya sivderên Rojhilat-Rojava û Bakûr-Başûr. “Hemû welatên Organîzeya Hevkarîya Êkonomîkî dikarin wê sivderê bidine xebatê”. Em bîr bînin, wekî gilî derheqa  qeza Ermenîstanêye Syûnîkêdane, kîjanê Adirbêcan û Tirkîya dicêribînin hildine destê xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button