H’emû nûçeSereke

Wezîreta Rûsîyayêye karên der protêstokirinên li Ermentstanê çawa îşê welêtî hundur hesab dike 

Moskva protêstokirinên li Ermenîstanê çawa îşê Ermenîstanêyî hundur  hesab dike û tevî wan şuxulkarîya nabe.

Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko gotîye.

“Eva îşê Ermenîstanêyî hundure, ew çi ku li wir diqewime.Em wê yekê fem dikin û tevî  van pêvajoya nabin”,- ewî gotîye.

Eva serê çend hevtîyaye, wekî hêzên Ermenîstanêye opozîsîyon protêstokirina mîyaser dikin û dengê  şikyatkirinê dijî desthilatdarîya niha bilind dikin, girêdayî sîyasîya derra nerazîbûna xwe elam dikin. Opozîsîya herroj meşa, berevbûna li Yêrêvanê û li bajarên mayîn derbaz dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button