H’emû nûçeSereke

Bona çi hevdîtina ewlin, ya derheqa dîyarkirina sînorada derbaz nebûye: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  pêşîya civîna şêwira hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê bersivên pirsên  rojnamevana daye.

Çawa bersiva wê pirsê ku heger Yêrêvanê fikira xweye derheqa aşîtîya tevî Adirbêcanê raber kirîye, gelo Bekû hazire li ser hîmê vê pêşnîyarê hevraxeberdana destpêke, Ararat Mîrzoyan gotîye: “Me tabîya xwe raber kirîye. Me pêşda gotîye, wekî nava pêşnîyarên Adirbêcanêda bona alîyê ermenî tiştên qebûlnekirinê tunene. Bona me gelekî girînge, ku pirsên maf û bêqezîyabûnêye li Qerebagê û usa jî statûsa Qerebagê bêne helkirinê. Em difikirin, wekî ew yek girînge, ku van hevraxeberdana dora peymana aşîtîyê berdewamkin, wê yekê nava doranên hemsedirtîya koma Mînskêda mîyaserkin. Hetanî niha me bersiva Adirbêcanêye pozîtîv derheqa wê yekêda nebihîstîye.Em dicedînin ku ew hevraxeberdan bên derbazkirinê.Ez dikarim tenê derheqa hazirîya meda bidime dîyarkirinê, bona ku li herêmê  aşîtî û qewînbûn  hebe”.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî hevdîtina derheqa dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê meha gulanêda têra hatibû dîtinê û ew hevdîtin bona çi derbaz nebû, Ararat Mîrzoyan gotîye: “Hûn rast dibêjin, hevdîtin derbaz nebûye, lê ez dikarim bidime bawarkirinê,wekî  emê gotûbêjkirinên dora vê hevdîtinê berdewamkin. Hinek tiştên têknîkî hene, kîjana gerekê hevra bidine qayîlkirinê. Ez hêvîdarim, wekî nava rojên nêzîkda ewê bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button