H’emû nûçeSereke

ŞAY piştgirîyê dide zêdaya Ermenîstanêye êkonomîkî û bêqezîyabûna wê: bayloza ŞAY

Anegorî hesabên sala 2O21-ê di navbera Komara Ermenîstanê û ŞAY ê da zivira eşîyaye duyalî gihîştîye 219 mîlîyon dolarî. Bayloza Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê daye dîyarkirinê, wekî nava 3O salên dawîda Ştatên Yekbûyî nêzîkî sê mîlîyard dolar dane Ermenîstanê bona ku li wir jîyana meriva bê milahîmkirinê.Piştî şorişa sala 2O18-a, ew alîkarî bi 88 selefîva zêde bûye.

Baylozê gotîye, wekî  Ştatên Yekbûyî piştgirîyê dide zêdaya Ermenîstanêye êkonomîkî, bona ku diha gelek meriv tevî şuxulkarîya êkonomîkî bibin û gelek merv ji wê yekê karê bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button