H’emû nûçeSereke

Bayloza  ŞAY Nîkol Paşînyan û koma wîye sîyasî bilind qîmet kirîye

Nava  pirsa xebera aza û xebata rojnamevanada gerekê sînorkirin tunebin.Derheqa wê yekêda, wextê forûma “Dêmokrasîya ermenî” bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî  Lîn Trêysîyê gotîye.

Ewê bangî parlamêntê kirîye, ku wan tişta hesab hildin, yên ku têne rexnekirinê û derheqa şerkarîya dijî ruşetxwerinê daye dîyarkirinê. “Sîstêma mehkema serbest û bi heqî jî bona pêşkeftinê girînge.Çawa ku Nîkol Paşînyan da dîyarkirinê, ew yek girînge, ku welatîya bona dêmokrasîyê hazirkin. Ew yek faktora dêmokrasîyêye girînge”,- baylozê gotîye.

Trêysîyê careke mayîn wekilandîye  wekî ji sala 1992-a da Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nêzîkî sê mîlîyard dolar bona pêşxistina Ermenîstanê çawa alîkarî daye. “Ez dixwezim qîmetê xwe bidime serokwezîrê Ermenîstanê, dixwezim qîmetkirina xweye bilind elamî cimeta ermenî bikim, hevkarî bêyî wana  nebûya, ewên ku dixwezin rezên piştgirîyê bistînin. Ştatên Yekbûyî hevkara baş bi  serokatîya hukumata Ermenîstanê li ser rîya werguhastina dîtîye»,- baylozê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button