
Wezîreta Norvêcêye karên der elametî belav kirîye, kîjanêda eşaretî daye welatîyên xwe ku ew neçine Îraqê, xêncî li provnsîyayên Hewlêrê, Silêmanîyê û Dihokêye li Herêma Kurdistanê. Bona wan welatîya, yên ku îdî li Îraqêne, wezîretê bangî wan kirîye, ku bona bêqezîyabûna xwe hişyarbin.Ev hemû tişt rûyê wê yekêda tê kirinê, wekî DAÎŞ mînanî berê li nehîyên Îraqêye cuda-cuda qezîyayê pêşda tîne.
Mesele komeke DAÎŞ-ê êvara duşemê êrîş birîye ser gundekî provînsîya Dîyalê, li kîderê hevt endamên malbetekê tevî çend xebatkarên qulixdarîya bêqezîyabûnê hatine kuştinê.