H’emû nûçeSereke

Ofîsa Mihêr Grîgoryan îzbat kirîye, wekî civîna komîsîyayên bona dîyarkirina sînora wê li Moskvayê derbazbe

Cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko bi hêvîdarî gotîye,wekî hevtîya tê li Moskvayê wê civîna duem, ya komîsîyayên Ermenîstanê û Adirbêcanêye dîyarkirina sînora, derbazbe.

Armênprêssê pirs daye ofîsa cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan, ku gelo hevdîtina wî cûreyî têra hatîye dîtinê, yan na. Ji ofîsê ragîhandine, wekî diqewime hevtîya tê li Moskvayê hevdîtina duem derbazbe.

Roja hevdîtina duem hê qirarkirî nîne, lê cîhê wê li Moskvayêye»,- ji ofîsê ragîhandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button