H’emû nûçeSereke

Serokê Çêrnogorîyayê Mîlo Cûkanovîç wê bi seredana fermî bê Ermenîstanê

Îro bi seredana durojêva serokê Çêrnogorgîyayê Mîlo Cûkanovîç wê bê Ermenîstanê. Li cîhê rûniştandina serokkomarê Ermenîstanê heytehola pêşvazîkirinê têra hatîye dîtinê, piştî kîjanê qisa Vahagin Xaçatûryan û Mîlo Cûkanovîç  wê derbazbe. Piştî wê yekê hevdîtina bi beşdarîya dêlêgasîyayên herdu welata wê derbazbe. Paşê serokên herdu welata wê bi prêss-konfêransêva pêşda bên.

Dêlêgasîya bi serkaîya serokê Çêrnogorîyayê wê here Sîsêrnakabêrdê, li kîderê wê qedirê bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî bigre.

Nava dorana seredanêda, serokê Çêrnogorîyayê wê rastî Nîkol Paşînyanê serokwezîr, serokê parlamêntê Alên Sîmonyan bê. Ewê usa jî li merkeza têknolocîyên bilind, li Tûmoyê biqeside.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button