SerekeSîyasî

Konsêrtên Doganê û Ararat, yên ku gerekê li Bûrsayê bihatana derbazkirinê, hatine qedexekirinê

Konsêrtên artîstên kurd û opozîsîyonêr mînanî berê ji alîyê desthilatdarîya tirkada qedexekirîne. Hema wî cûreyî jî konsêrtên sazbendên kurd Aynûr Doganê û Mem Ararat, yên ku li Bûrsayê gerekê derbazbûna, hatine betalkirinê.

Konsêrta Doganêye li Byrsayê, ya ku gerekê 31-ê gulanê bihata derbazkirinê, ji alîyê şaredarîya bajêr hatîye qedexekirinê. Usa jî konsêrta Mem Ararat, ya ku  gerekê 29-ê gulanê li Bûrsayê derbaz bûya, hatîye qedexekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button