H’emû nûçeSereke

Pirseke Ermenîstanêye pêşin ewe ku mîrasa ermenîye li ser topraxên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, neyêne tunekirinê: Nîkol Paşînyan

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê Yekîtîya Navnetewî, ya parastina mîrasêye li zonayên dew û doza Valêrî Frêlan qebûl kirîye.

Armênprêsê ragîhandîye wekî serokwezîr şuxulkarîya yekîtîyê silav kirîye, ya ku şuxulkarîya xweye nava parastina mîrasa dîrokî-çandîda mîaser dike û ji navê hukumata Ermenîstanê daye dîyarkirinê ku hazirin hevkarîyê berdewamkin.

Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî pirseke Ermenîstanêye pêşin ewe ku mîrasa ermenîye li ser topraxên ku wextê şerê 44 roje ketine bin kontrola Adirbêcanê, neyêne tunekirinê û gelekî girînge ku civaka navnetewî, bi taybetî YÛNÊSKO, tevî wê  pêvajoyê bibin, ku heykelên ermenîye li Qerebagê bêne parastinê û vandalîzm bê sekinandinê.

Wextê qisê pirsên derheqa parastina heykelên çandî-dîrokîye li Ermenîstanê, yên derheqa hevkarîyêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button