SerekeSîyasî

Rêberê opozîsîya Tirkîyayê malbeta Êrdogan nava wê yekêda gunehkar kirîye, ku ew bi mîlîyona dolar ji welêt didine derxistinê

Rêberê opozîsîya Tirkîyayê Kemal Kiliçdaroglû malbeta serokê Tirkîyayê  Êrdogan nava wê yekêda gunehkar kirîye, ku ew  bi deha mîlîyona dolar bi rêyên neqanûnî  ji welêt didine derxistinê.Kiliçdaroglû daye dîyarkirinê,wekî malbeta Êrdogan bi rêyên fondên tirkî  “Ensar” ê û  “TURGEV” ê pera cîguhastî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dike.

«Dokûmênt destên medanin. Li Amêrîkayê wana fondek vekirîye û  bi  meremê xweparastina ji qanûnên li wir welatîkî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî çawa serokê wê fondê hilbijartine, lê ew fond bi rastî ji alîyê malbeta Êrdoganda tê serkarîkirinê. Ew herdu fondên li Tirkîyayê bona xwendikara hatine vekirinê. Van fonda welatîkî amêrîkîra carekê 2O mîlîyon, lê carekê jî 1O mîlîyon şandine.Ew pere ji kîderê hatine, kê daye, bona çi ew pere ji welêt tên derxistinê?”,- Kiliçdaroglû gotîye û serda zêde kirîye, wekî malbeta Êrdogan têra dibîne bireve Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, heger wextê hilbijartinên li Tirkîyayê ew ser nekeve. Kiliçdaroglû bangî Êrdogan kirîye ku ew xwe mikur bê, ku ji malbeta wî kê wan pera dişîne û ji malbeta wî kê wan pera distîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button