H’emû nûçeSereke
Wêneyên ku ji alîyê satêlîta Ermenîstanêda bêne kirinê, wê usa jî bona kontrolkirina sînora bêne xebitandinê /vîdêyo, wêne/
Hetanî sala 2O23-a li Ermenîstanê wê merkeza serkarîkirina satêlîtê û stansîya qebûlkirinê bê çêkirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li civîna hukumatê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî dora wê yekê wê koma pêşezana sazbe.
«Şuxulkarîya merkezêye serkarîkirnê wê serkarîkirina satêlîtê û stendina wêneyên ji ezmînbe.Têra tê dîtinê, wekî stansîya qebûlkirinê wê melûmetîyên ji satêlîtê bistîne û wana bide opêratorên başqe jî. Wêneyên ji alîyê satêlîtêda kişandî wê bona kontrolkirina sînona, pêşîgirtina krîzeyên tebyetî û bona parastina dor û bera bêne xebitandinê»,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.