Gerekê sîyaseta Adirbêcanê bê şermezarkirinê: Garêgînê Duem

3O-ê gulanê patryarxê temamîya Ermenîya Garêgînê Duem li Êcmîyazînê dêlêgasîya şêwira dêrên hemdinîyayê , bi serkarîya Karên Nazaryan qebûl kirîye.
Destpêka hevdîtinêda, Karên Nazaryan gotîye patryarx wekî wekîlên dêlêgasîyayê nava dorana mîsîya heqîtîyê û aşîtîyê li Ermenîstanêne.
Patryarxê ermenîya endamên dêlêgsîyayê silav kirîye û bona piştgirîya wextê şerê 44 roje razîbûna xwe elamî şêwira dêrên hemdinîyayê kirîye.Patryarx halê li Ermenîstanê û Arsaxê raber kirîye û daye dîyarkirinê,wekî cimeta ermenî wê bi bawarîya xweye dînî hemû dijwarîya altke.
Wextê qisê patryarx usa jî derheqa nimûnên çand û kûltûra ermenîye ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî ew yek girînge ku organîzeyên navnetewî û sîstêmên di navbera dêrada sîyaseta Adirbêcanê berk gunehkarkin û pêşîya wê bigrin.
Wextê hevdîtinê, patryarxê temamîya ermenîya usa jî bersiva pirsên mêvana daye.