SerekeSîyasî

Rûyê kêmbûna ava çemê Dicle bajarê li provînsîya Dihokê, yê 34OO salî vebûye

Bajarê kevinar, yê ku  34OO sal pêşda hebûye, careke mayîn li nêzîkî  çemê  Dicle, li provînsîya Dihokê hatîye ber çeva.

Serokê îdara Dihokêye arxêolocî Bêkes Birîfkanî gotîye rojnamevana, wekî ev yek rûyê kêmbûna ava çemê Dicleda qewimîye.

«Piştî wê yekê wexê ku dereca avê nimiz bû, wî çaxî parçên bajarê kevinar hatine kifşê»,- ewî gotîye û daye dîyarkirinê, wekî niha ji 2OO î zêdetir nimûnên cûre-cûre hatine dîtinê.

Koma arxêolocên alman û kurd niha li wir dixebitin, lêkolîna dikin, dikevine nava kîjana serake mezin, çend avayên mayîne mezin, yên ku li merkeza împêratorîya Mîtanî bûne /nêzîkî 34OO sal pêşda/. Hatîye şirovekrinê wekî bajar rûyê erdhejêda wêran bûye û wî çaxî parçên avayaye jor ketine ser parçên jêrin û ew veşartine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button