SerekeSîyasî

ŞAY bangî Tirkîyayê dike ku ji êskalasîya li Sûrîyayê dûr bimîne

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî careke mayîn bangî Tirkîyê kirîye ku ji her gaveke usa paşda bisekinin, ya ku dikare halê li Sûrîyayê bide sertkirinê.

Em bêjin, wekî hevtîya derbazbûyî serokê Tirkîyayê elam kir, wekî welatê wî têra dibîne opêrasîyona leşkerîye nû li bakûrê Sûrîyayê destpêke bona ku hêzên kurdên Sûrîyayê 3O kîlomêtrî ji sînor bidine dûrxistinê.

Ev pirs wextê axavtina bi têlefonê, ya şêwirmendê Ştatên Yekbûîye pirsên bêqezîyabûna miletîyê Cêyk Salîvan û berdevkê serokê Tirkîyayê  Îbrahîm Kalin hatîye gotûbêjkirinê.

Salîvan derheqa girîngîya dûrmayîna ji êskalasîya li Sûrîyayê daye dîyarkirinê bona ku dagirkirinên li ser xetên  heyî, bêne sekinandnê û hal sert nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button