H’emû nûçeSereke

Vladîmîr Pûtîn û Mîxayl Mîşûstîn ji bo rojbûyîna Nîkol Paşînyan peyamên pîrozbahîyê şandine

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîrê Rûsyayê Mîxaîl Mîşûstîn ji ber rojbûyîna serokwezîr Nîkol Paşînyan peyamên pîrozbahiyê şandine.

Di peyama serokê Rûsyayê de wiha tê gotinê:

“Birêz Nîkolê Vova,

Ji bo rojbûna We pîrozbahîyên ji dil bistînin.

Ez di wê bawerîyê de me ku li gorî dîyaloga avakera ku di navbera me de hatîye avakirin, emê ji hêz ve bi hev re bixebitin ji bo zêdetir xurtkirina têkilîyên hevalbendîya rûsa-ermenîya ji bo berjewendîya gelên me yên bira.

Ez bi dil û can Wera sehetê, bextewarîyê, di xebatên dewletê de serkeftinê dixwazim.”

Di peyama pîrozkirina Mîxayîl Mîşûstîn da wiha tê gotin:

“Birêz Nîkolê Vova,

Li ser navê hukumata Fêdêrasîyona Rûsyayê ez bi xwe ji bo rojbûna We pîrozbahîyên xwe yên ji dil radigihînim.

Ez dixwazim balê bikşînim ser beşdarîya We ya girîng ji bo pêşxistina hevkarîyên bi bandor, yên rûsa-ermenîya, yên li ser bingeha dostîyê, hevkarîyê û hevalbendîyê.

Hukumet bi awayekî aktîv dixebitin ku hevkarîya bazirganî û veberhênanê ya mezin, projeyên hevpar yên mezin di warên ênerjî, binesazîya veguhastinê, zanîstîyê, çand û hêj bêtir berfireh bikin.Ez di wê bawerîyê de me ku di çarçeweya Yekîtîya aborî ya Avrasyayê de, Hevkarîya Dewletên Serbixwe, avakirina şert û mercên guncan ji bo kûrkirina întêgrasîyonê, bi tevahî li gorî berjewendîyên Federasîyona Rûsyayê û Komara Ermenîstanê ye.

Birêz Nîkolê Vova, ez bi dil û can ji We re, tendurustîye, bextewarîye, destanînên nû di çalakîya Weya berpirsîyar a dewletê de dixwezim.”

Zêdetir nîşan bide
Back to top button