H’emû nûçeSereke

Qisa bi têlefonê, ya Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn, derbaz bûye

1-ê hezîranê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê qise kirine.

Serokê Rûsîyayê serokwezîrê Ermenîstanê, girêdayî roja bûyîna wîra, ew pîroz kirîye.Paşînyanê serokwezîr bona wê yekê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, ku ew nêzîkbûna serokê Rûsîyayêye germ û ya dostîyê bilind qîmet dike.

Wextê qisê, cêrge pirsên rojeva dualî hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî derheqa pirsên herêmî û halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya çûye.

Serokê Rûsîyayê hevdîtina Ermenîstanê û Adirbêcanêye li ser sînor silav kirîye û derheqa amadebûna Rûsîyayêda elam kirîye, daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya amadeye nava pêvajoya dîyarkirina sînorada piştgirîyê bide. Li gorî pevketinê, hatîye dîyarkirinê, wekî civîna mayîn wê li Moskvayê derbazbe.

Paşînyanê serokwezîr derheqa hevdîtina li Bryûsêlê xeberdaye û bi xemgînî daye dîyarkirinê,wekî piştî wê hevdîtinê şirovekirinên ji têmayê dûr hatine belavkirinê. Usa jî pirsên girêdayî pirsgirêka Qerebagêra û mecala aktîvkirina xebatên koma Mînskê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button