
Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dijî her tevlîhevbûneke li Sûrîyayêye, çimkî ew dikare qewînbûna li herêmê tevlîhev bike. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên gotîye, dema ku ewî derheqa opêrasîyona nûda, ya Tirkîyayê, şirovekirîye.
«Em dijî her tevlîhevbûneke li bakûrê Sûrîyayêne»,- Blîkên gotîye. Bi gotina wî, Ştatên Yekbûyî ji wê yekê dûr dimîne ku her opêrasîyoneke êrîşkirinê dikare qewînbûna li herêmê bike bin qezîyayê û hêzên başqe jî dikarin vî halê nû bona berjewandîyên xwe bidine xebatê.
«Tevî hevkarên xwe em bi aktîvî dijî DAÎŞ-ê şerkarîyê dikin.Em naxwezin ku tiştekî usa biqewime, kîjan wê cedandina biteribîne»,- Blîkên gotîye.
Em bêjin wekî serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan derheqa opêrasîyona nûda, ya li Sûrîyayê, elam kiribû.