H’emû nûçeSereke
Her halekî sertî li ser sînorê ermenîya-azêrîya bi cûrê xirab li ser hemû pêvajoya tehsîr dike: Armên Grîgoryan

Her halekî sertî li ser sînorê ermenîya-azêrîya bi cûrê xirab li ser hemû pêvajoya tehsîr dike. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye.
«Ev bûye menî wekî pêşîya destpêkirina pêvajoyên dîyarkirina sînora me pêşnîyar dikir ku eskera paşda vekişînin, ku li ser sînor qewînbûn hebe»,- Grîgoryan gotîye.
Sêkrêtarê bêqezîyabûnê daye dîyarkirinê, wekî bêqezîyabûna sînora dîsa rojevêda dimîne:
«Emê gotûbêj bikin û ez hêvîdarim, wekî emê helkirina bibînin bona ku li ser sînor sertbûn tunebe»,- Grîgoryan gotîye.