Serkeftina partîya «Peymana sîvîl» lêgîtîmîya nû daye hukumatê»: raporta Organîzeya Netewên Yekbûyî
Organîzeya Netewên Yekbûyî raporta salê, ya encamên Ermenîstanêye sala 2O21-ê belav kirîye.
Dokûmêntêda hatîye dîyarkirinê, wekî sala derbazbûyî Ermenîstan rastî tehsîra du krîzeya hatîye, ya nexweşîya koronavîrûsê û şerê Qerebagê.Ev herdu krîze cêrge derb gîhandine temamîya binelîya, gelek meriv wefat bûn, xercên êkonomîkî û sosîyalîye mezin hatine kirinê, kîjan li ser meriva tehsîra xwe dihêlin.
Raportêda usa jî hatîye gotinê,wekî kirîzeya hûmanîtarî, halê sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, paşdavegerandina dîlên ermenî bûne pirsên welête sereke.
Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî hilbijartinên parlamêntîyêye sala 2O21-ê lêgîtîmîya nû dane partîya « Peymana sîvîl», ya ku ya desthilatdare.
Li gorî raporta organîzeyê, Ermenîstan tê dasekinandinê. Raportêda usa jî encamên hevkarîya Organzeya Netewên Yekbûyî û Ermenîstanê hatine dîyarkirinê.