H’emû nûçeSereke

Wezîrê Arsaxêyî dewletê elam kirîye wekî dîyaloga dora pirsgirêka Qerebagê gerekê nebe beşa pêwandîyên rojavayê û Rûsîyayêye giran

Serokatîya Arsaxê difikire,wekî  Yekîtîya Avropayê gerekê beşdarî helkirina pirsgirêka Qerebagê nebe. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî RÎA Novostîyê, wezîrê Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan gotîye.

«Bi hesabhildana formata koma Mînskê û rola mîsîya rûsîye aşîtîparêzîyê, em difikirin, wekî pirsa Qerebagê gerekê bona Yekîtîya Avropayê nebe pirsa hevraxeberdana»,- Bêglaryan gotîye.

Bi gotina wî, dîyalog pêwîste lê ew yek gerekê nebe beşeke pêwandîyên rojavayê û Rûsîyayêye dijwar. Bêglaryan derheqa formata koma Mînskêda bîr anîye,  ya ku temamîya cabdarîya helkirina pirsgirêkê hildide ser xwe.

«Em difikirin, wekî mîsîya aşîtîparêz gerekê li Qerebagê bêyî wedê kifşkirî bimîne, çimkî  pirsgirêk hê nehatîye helkirinê»,- ewî gotîye. Bi gotina wî, pêşeroja nêzîkda helkirina pirsgirêka Qerebagê tiştê bûyînê nîne çimkî di navbera Arsaxê û Adirbêcanêda tabîyên dijî hevdu hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button