H’emû nûçeSereke
Yêrêvanê şikyatê duem yê dijî Adirbêcanê raberî mehkema Avropayêye mafên mêriv kirîye
Yêrêvanê şikyatê duem yê dijî Adirbêcanê raberî mehkema Avropayêye mafên mêriv kirîye. Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî li Organîeya Netewên Yekbûyî Yêgîşê Kîrakosyan wextê weşana têlêvîzîyona civakî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew şikyat hatîye qebûlkirinê û şikyatekî mayîn jî ser navê mehkema navnetewî hatîye raberkirinê.
Xêncî wê yekê li mehkema Avropayêye mafên mêriv gelek welatîya erzên xwe raber kirine.Ev qirarên mehkemê derheqa merivên konkrêtdanin, yên ku şedetîyê didin ku sîyaseta çi cûreyî dijî ermenîya bi dereca dewletê tê mîyaserkirinê.