
Hêzên kurdaye li Sûrîyayê bona hevkarîya tevî Damişqa fermî, ya bona sekinandina opêrasîyona Tirkîyayê, vekirîne. Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî, yê ku tevî Ştatên Yekbûyî nava hevkarîyêdane, elam kirîye, wekî nêzîkaya wî cûreyî dijî statûsa nîvotonome li wir nîne. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk îdî bangî eskerên hukumatê kirine ku mecalên bona parastina hewê bidine xebatê bona ku aktîvîya avîyasîya tirka bidine sînorkirinê.