H’emû nûçeSereke
Rûsîyayê sînorkirinên tevgirêdanên transportêye tevî Ermenîstanê betal kirîye
Serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn navnîşa wan welata daye berfirekirinê, hindava kîjana sînorkirinên girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra, yên tevgirêdanên transportê, hatine betalkirinê. Navê Ermenîstanê jî nava wê navnîşêdane.
Pêşîya wê yekê hukumata Rûsîyayê navên Çînistanê, Qaqazstanê, Bêlarûsê, Ûkraînayê, Mongolîyayê, Abxazîyayê, Osîya Başûr, Komarên Donêskê û Lûganskê kiribûne nava wê navnîşê.