SerekeSîyasî

Pêşezan: qampên bona DAÎŞ-ê, yên li Rojavayê bona bêqezîyabûa temamîya dinîyayê qezîyayê raber dikin

Pêşezanê merkeza navnetewî, ya pirsên şerkarîya dijî têrorîzmê Pîtêr Knoûp derheqa  menîyên radîkalîzasîya êkstrêmîstîda şirove kirîye û daye dîyarkirinê, ku gerekê çawa ew bê pêşîgirtinê. Ewî  derheqa qampên li bakûr-rojhiltê Sûrîyayê xeberdaye. Knoûp derheqa qezîya radîkalîzasîyayêda daye dîyarkirinê û derheqa qampên  «Al Xol» û «Roc» ê da daye dîyarkirinê, li kîderê malbetên çekdrên têrorîst tên xweykirinê. Knoûp derheqa tehsîra nêgatîvda gotîye, çimkî bi gotina wî, cudakirina malbetên têrorîsta, pêwandîya wane tevî dinîya der dide birînê.

Bi gotina Knoûp nêzîkî 7O prosêsên binelîyên wan qampa, hejmara kîjana dighîje 7O hezarî, 18 salîne. Ew xort û keç peyîhatîyên çekdarên DAÎŞ-ê ne û ew li ber çevê xwe tiştên cuda-cuda dibînin.

«Nava wanda merivên usa jî hene, yên ku propaganda başqe dikin. Eva ew cîhey, li kîderê nivşa mayîn tê terbyetkirinê. Ev yek qezîya mezine, rîska mezine, ne tenê bona herêmê, lê usa jî bona temamîya dinîyayê»,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button