SerekeSîyasî

Eskerên amêrîkî ketine sînorên Tirkîyayê û Sûrîyayê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî esker şandine Sûrîya Bakûr.Ev yek wî çaxî qewimîye wextê ku Tirkîya bona opêrasîyona nû xwe amade dike. Rojnamevanên tirka elam kirine, wekî cêrgên têknîka leşkerî ketine nehîya Hesekê.

Leşkerên amêrîkî usa jî li dor-berên Qamişloyê dîtine, du kîlomêtra dûrî sînorê Tirkîyayê. Beşeke nehîya Hesekê bin kontrola rêjîma Sûrîyayêdane, lê li Qamişloyê baza rûsîye avîyasîyon cîhwarkirîye. Van axirîya esker, teyre û helîkoptêr şandine li wir.

Eskerên Sûrîyayê jî hêzên xwe li nehîyên bin kontrola kurdada cîhwar dikin.

Hatîye ragîhandinê, wekî Tirkîyayê xebatên amadekirinê ser hevda anîne û ewê bicêribîne opêrasîyona leşkerî destpêke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button