H’emû nûçeSereke

Nava pêwandîyên rûsa û tirkada pirsa here pêşin ya rojeva Qafqasîyayê nîne: pêşezan

Nava pêwandîyên rûsa û tirkada pirsa here pêşin ya rojeva Qafqasîyayê nîne. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî  News.am ê xebatkarê înstîtûta Moskvayêye lêkolînên navnetewî, Sêrgêy Markêdonovê sîyasîzan gotîye.

Bi gotina wî, niha bona Krêmlê pirsên Ûkraînayê û Sûrîyaê girîngin.

“Çi ku derheqa Qafqasîyayêdane, ez difikirim wekî nava heleqetîyên rûsa-tirkada rojeva Qafqasîyayê cîhê pêşinda  nîne. Ûkraîna û Sûrîya  pirsên  girîngin”,-ewî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya dijî endamtîya Swêdê û Fînlandîyayêye nava NATO ê da derketîye û parçebûn NATO-ê Rûsîyayêra dest dide.

“Parçebûna NATO-ê li gorî berjewandîyên Krêmlêye. NATO dijî berjewandîyên Rûsîyayê û dijî opêrasîyona li Ûkraînayêye. Ez nafikirim, wekî Qafqasîya pirsa ewline, lê ew nade kifşê, wekî pirsên li vê herêmê tunene”,-Markêdonov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button