Ararat Mîrzoyan û serokê Bilgarîyayê mîyaserkirina xebatên bona sazkirina sivdera transportêye di navbera Îranê û behra Reşda girîng hesab kirine /vîdêyo/

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan yê ku bi seredana fermî li Bilgarîyayêye, 14-ê hezîranê rastî serokê Bilgarîyayê Rûmên Radyêv hatîye. Bi pîrozkirina 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîyê, herdu alîya jî dane dîyarkirinê, wekî hevkarîya di navbera herdu welatada li ser hîmê aminaya dualî û qedirgirtinê pêşda çûye.
Ararat Mîrzoyan Rûmên Radyêv derheqa pirspêktîvên pêwandîyên dualîda xeberdane û hazirî hatîye elamkirinê ku wê hevkarîyê diha bidine pêşxistinê.
Bi xeberdana derheqa pêrspêktîvên hevkrîya navnetewîda, alîya sazkirina sivdera transportêye di navbera Îranê û behra Reşda girîng hesab kirine. Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa pirsên herêmî û navnetewîda çûye.
Mîrzoyanê wezîr halê li Qafqasîya Başûr, bi taybetî pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, pêvajoya helkirina pirsgirêka Qerebagê raber kirîye.
Ararat Mîrzoyan usa jî pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê raber kirîye.