H’emû nûçeSereke
Gotinên derheqa sivderêda tiştên qebûlkirinê nînin, ew yek bona me xeta sore: Nîkol Paşînyan
Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa pirsa vekirina rêyên herêmîda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî nava wê hemtêkstêda gotinên derheqa sivderada tiştên qebûlkirinê nînin.
Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona “Al Cazîra” ê, Nîkol Paşînyan derheqa nêzîkbûn û tabîya Ermenîstanêda ya hindava wê “sivderêda” xeberdaye, ya ku gerekê bi texmîn Adirbêcanê û Enqerê hevva bide girêdanê û nava Ermenîstanêra derbazbe.
“Gotinên derheqa wa gotî sivderêda tiştên qebûlkirinê nînin û ew yek bona me xeta sore, çimkî li herêma me, li gorî elametîya sêalî, tenê sivderek heye û ew sivdera Laçînêye, ya ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê. Nava elametîya sêalîda xaleke başqe jî heye, ya ku derheqa vekirina rîyadane”,- Paşînyan gotîye.