H’emû nûçeSereke

Dayîna sîlihên rûsî, yên bona Ermenîstanê, wê berdewambe

Çawa jî hebe, dayîna sîlihên rûsî, yên bona Ermenîstanê, wê berdewambe.Fikira wî cûreyî serokê merkeza lêkolînên stratêcî û têknolocî Rûslan Pûxov elam kirîye.

“Bona Rûsîyayê Ermenîstan bi kemala xweye stratêcîva cudaye. Gerekê bidime dîyarkirinê, wekî li Qafqasîya Başûr û herêmên dor-bera tehsîra tirka mezin dibe. Bi wê yekêva tevayî kemala Ermenîstanê jî mezin dibe. Tabîya Ermenîstanêye cêografî îzinê dide, ku  heger pêwîstî hebe, tehsîra leşkerî hindava Tirkîyayê bidine kifşê. Bi wê yekê Yêrêvan çevê Moskvayêda tifaqdara girînge”,-pêşezan gotîye.

Girêdayî stendina sîlihên rûsîra, Pûxov gotîye, wekî rojava dixweze Rûsîyayê ji sûka sîliha bide derxistinê. Bi texmîn ji hinek sûka Rûsîyayê der bimîne, ya ku salê 15 mîlîyard dolar bona  byûcêya dewletê dianî.

“Hinek dijwarî rûyê opêrasîyona li Ûkraînayê pêşda tên. Niha zîyana meriva û têknîkê heye, dewsa kîjana gerekê tijîkin”,-pêşezan gotîye.

Rol û kemala Ermenîstanêye cêogirafî, bi gotina Pûxov, bona Moskvayê rêyeke başqe nahêlin ku dayîna sîlihaye bona Ermenîstanê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button