H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê ew yek hildaye ser xwe ku rêya dêmokrasîyê berdewam bike: serokwezîr gotîye sêkrêtara Şêwira Avropayêye sereke  

Nîkol Paşînyanê serokwezîr sêkrêtara Şêwira Avropayêye sereke Marîya  Bûrîç û dêlêgasîya bi serkarîya wê qebûl kirîye.

Bi silvkirina seredana li Ermenîtanê, serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan çawa endama Şêwira Avropayê ew yek hildaye ser xwe, ku rêya dêmokrasîyê berdewam bike û hevkarîya nava parastina mafên mêriv, pêşkeftina dêmokrasîyê û nava şuxulkarîya sîstêma mehkema serbestda girîng hesab dike. Nîkol Paşînyan xebata  tevî parlamênta Avropayê û mehkema Avropayêye mafên mêriv çawa ya kardar qîmet kirîye û pêra jî derheqa pirsa dîlên ermenîye leşkerî daye dîyarkirinê. Serokwezîr piştgirîya Şêwira Avropayê girîng hesab kirîye û bona axavtina sêkrêtara Avropayêye sereke razalixî elam kirîye.

Marîya Bûrîçê gotîye, wekî Şêwira Avropayê hevkarîya tevî Ermenîstanê qîmet dike û meremê seredana wê ewe ku wê  yekê diha bidine qewînkirinê. Ewê werguhastinên Ermenîstanêye Dêmokratîk silav kirîye.

Wextê hevdîtinê fikir usa jî derheqa halê sîyasîya Ermenîstanêye hundur û derda û dora bêqezîyabûna herêmî û navnetewî  fikir hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button