Mehkema tirka 16 rojnamevan û xebatkarên prêssayêye kurd girtine. Wana nava belavkirina wa gotî «propaganda têrorîstîda» gunehkar kirine.Derheqa wê yekêda ajansa Reuters ê ragîhandîye.
Ew 8 roja li bajarê Dîyarbekirê girtî bûne û bi fermî ew gunehkar nekrine. Mehkemê dew kirîye ku girtina wan bidine dirêjkirinê.
Nava van deh salên dawîda gelek rojnamevan hatine girtinê. 8-ê hezîranê polîsîya tirka li Dîyarbekirê 21 rojnamevan girtine.