SerekeSîyasî

Opêrasyona Tirkîyê dikare kurdan ber bi dewletbûnê ve bibe

Opêrasyona Tirkîyê ya li ser Bakûrê Sûrîyê dikare encamên neyînî yên mezin li ser tevahîya herêmê derbixe holê. Ev yek ji alîyê nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê ji bo Sûrîyê, Alêksandir Lavrêntîyêv, di hevpeyvînekê de bi RÎA Novosti re got.

Pêştir serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan gotibû, hêzên çekdar dê li ser sînorên wî welatî “opêrasyonên dijî terorê” bikin û di demeke nêzîk de biryar li ser vê yekê were dayîn. Li gorî nûçeyên medyayê, opêrasyon dê li çar herêmên Sûrîyê pêk werin.

Syasetmedar got, “Me ji hevkarên xwe yên tirk re got ku ev yek dibe sedem ku hestên cudaxwazîyê di nav kurdan de zêde bibe û wan teşwîq bike ku dewletbûnê bi dest bixin, ev yek ne di berjewendiya Sûrîye, ne tirkîye, ne jî Îran û Îraqê de ye.”

Weke Lavrentîyêv destnîşan kir, şanda Rûsyayê di hevdîtinên formata Astanayê ya li Nûr Sûltanê de hemû hewlên xwe dan ji bo ku heyeta Tirkîyeyê ji berevajîbûna vê pêngavê razî bike.

Û wî got jî, Mosko hewl dide kurdan razî bike ku bi Damişqê re li hev bikin û bibin yek, ku ev yek dê rê li pêşveçûnên neyînî yên rewşa Sûrîyê bigire.

Li gorî wî sîyasetmedarî, Enqere di wê bawerîyê de ye ku bi nûnerên kurdan re ku li bakûrê rojhilatê Sûrîyê ne, muzakere ne mimkûn e û ji ber wê jî beşdarî danûstandinan nabe.

Lavrentyev li ser operasyona muhtemel a Enqereyê ya li dijî kurdan li bakûrê Sûrîyeyê, destnîşan kir ku biryarên bi vî rengî dikarin “li gor senaryoyeke neyînî pêşdeçûna rewşê asteng bikin.”

Di 15-16 ê hezîranê de, Qazaxistanê mazûvanîya gera 18 an a danûstandinên asta bilind ên welatên garantor (Rûsya, Tirkiye, Îran) yên pêvajoya “Astana” ya li ser çareserîya Sûrîyê bi beşdariya nûnerên hukumet û opozîsyona Sûrîyê kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button