
Piştî şerê 44 roje û îmzekirina elametîya 9-ê mijdarêye sêalî, desthilatdarîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê dicêribînin mêxanîzmên normalkirina pêwandîya sazkin,bi taybetî bi formata “3+3”, welatên Qafqasîya Başûr /xêncî Gurcistanê/, usa jî bi beşdarîya Rûsîyayê, Tirkîyayêy, Îranê, usa jî bi formata dualî, wekîlên Tirkîyayê û Ermenîstanêye mexsûs. Ev înîsîyatîva nava civaka ermenîda nerihtîyên rexnkirinê pêşda tînin, ya ku tê hesabê çawa qewînbûna tabîyên Enqerêye kîsî berjewandîyên ermenî.
Tirkzanê ji Rûsîyayê Vladîmîr Avatkov gotîye, wekî Tirkîya dicêribîne pêwandîyên tevî Ermenîstanê ji sifirda çêke, lê wê yekê sazbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêva dide girêdanê.
Hene cêrge pirsgirêk, rastî kîjanê hûnê bên?
Ew pirsên sînora, sivderê û axêne. Çi ku derheqa sivderêdane, femdarîye wekî Tirkîya dixweze careke mayîn jî derbazbûna berbi Adirbêcanê hebe. Enqere dixweze Kaspîyêra Asîya Navînva bê girêdanê, nêzîkî Çînistanêbe. Ew dixweze ne tenê berbi Rûsîyayê û Rojavayê, lê usa jî berbi Rojavayê û Çînistanê here.